Dîmenên ku isbat dike Artêşa Tirk a dagirker li Girê Ş. Şahîn çekên kîmyawî bikaranî ye.
Li gorî daxuyaniya Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya HPG’ê ya 14’ê Hezîranê, dewleta Tirk di nava 2 mehan de herî kêm 779 êrîşên bi çekên kîmyewî pêk aniye. Ev tê wê wateyê ku rojane 13 caran çekên kîmyewî tên bikaranîn. Êrîşên bi çekên kîmyewî di rojên pêş de jî berdewam kirin. Ligel gelek belge û şahidiyên têkildarî êrîşên kîmyewî yên dewleta Tirk, ti bertekek ji qada navneteweyî nehatin nîşandan. Ajansa Nûçeyan a Firatê dîmenên kîmyabaranê parvekir. Ev dîmen îspat kir ku li çepera Şehîd Berxwedan a li Girê Şehîd Şahîn çekên kîmyewî hatine bikaranîn.
Şahid
16 vîdyo
2:50
2:19
2:33
3:02
3:30
3:06
6:19
2:49
6:47
1:04
29:03
3:36
2:23
4:11
1:08
1:51
Şîrove
Hîn şîrove tune. Yê yekem tu be!