Stêrk TV

Kategorî

← Civakî

Bedran Dere: Rûreşiya Kurdan

·474temaşe
KategorîCivakî

Di vê sedsala 21’ê de ti dewlet, ti pergal nikare gelê me bi jin û zarokan ve mehkûmê heqdestek belaş bike. Ne tenê kurd ti kes divê vê muameleya dij însanî qebûl neke. Pirsa esasî di vê derê de ye: em çima mecbûr mane vê koletiyê qebûl bikin. Mirovên Îzmîr, Trabzon, Edeneyê çima nayên Riha, Amed û Wanê di zeviyên me de wekî "karkerên demsalê" naxebitin. Ma erdê wan ji yên me dewlemendtir e? Ka bala xwe bidin deşta Mûşê, aliyek digêhêje Solxanê aliyê din heta Wanê dirêj dibe. Di nav re çemê Mûradê û bi dehan çemên din li hev ba dibin, diherikin, ji cur bi cur nebatên wê re dibin ab-i heyat.…

Şîrove

?

Stêrk TV

Medya Civakî